Brezîlya û Kuba, pêwendiyên xwe bastir dikin

Brezîlya û Kuba, pêwendiyên xwe bastir dikin

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku têkiliyên dîplomatîk ên Brezîlyayê yên bi Kubayê re yên ku di serdema Serokomarê berê yê rastgirên tund Jair Bolsonaro de xirab bûbûn dê bên sererastkirin.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, piştî lûtkeya "G77+Çîn"ê ya ku li Havanaya paytextê Kubayê hat kirin, Serokomar Miguel Diaz Canel û hevtayê wî yê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva li Qesra Şoreşê hatin cem hev û di hevdîtinê de herdu serokan 3 peyman destnîşan kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Qesra Planaltoyê ya Serokatiya Brezîlyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bi Kubayê re li ser hilberîna hevpar a dermanên li dijî şekir, pêşxistina derzîlê û pevguhertina teknolojiyê peyman hatin destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di navbera Canel û Lûla da Sîlva de civîneke germ û berhemdar hat lidarxistin û ji bo xurtkirina berjewendiyên hevpar ên di navbera herdu welatan de bal li ser derfetên heyî hatin kişandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin