PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Iraqê Cûma Înad bi seredanekî fermî çû Tehranê û bi wezîrê bergiriyê yê Îranê Emîr Hatemî re civiya. Wezîrê îranê Emîr Hatemî weha got:
“Wezareta bergiriyê ya Îranê bo pêşdebirina hêzên artêşa Iraqê, dikare pêdiviya artêşa Iraqê temîn bike.”
Wezîrê Iraqê Cûma Înad jî li hemberê gotinên Hatemî weha got:
“Bi dayîn û sitendina navbera Iraq û Îranê, em dixwazin hêza artêşa Iraqê ya bi têkoşîna li dijî terorê zêde bikin.”
Di axaftina xwe de Hatemî got ku ji aliyê ewlehiyê de Iraq di haletekî baş de ye û weha dewam kir:
“Em pêvajoya siyasî ya Iraqê, îstîqrara wê, ewlekariya wê û yekîtiya axa wê diparêzin û destek dikin. Dewletên herêmê divê ewlehiya xwe temîn bikin. Hebûna hêzên biyanî li herêmê heya dewam bike, li herêmê aştî û îstîqrar çênabe. Aşkera bûye ku hinek dewlet bi siyonîstan re têkiliyan daniye û ev îxaneta bi xelkên misilman re ye.”
Hatemî behsa kuştina fermandarê hêzên Qudsê Qasim Silêmanî û fermandarê Haşdî Şabî el-Muhendîs jî kir û got:
" Îran û Iraq wê dev ji xwîna qehremanên xwe bernedin. Wezareta bergiriyê ya Îranê dikare pêdiviya zêdekirina qeweta hêzên artêşa Iraqê bike.”
Înad bi fermandarên artêşa Iraqê re seredana Tehranê kiriye û gotiye ku hedefa wan xurtkirina têkiliyên navbera her dû dewletaye, parvekirina tecrubeya navbera her dû dewletaye û got:
“Bi dayîn û sitendina navbera Iraqê û Îranê, em dixwazin qeweta artêşa Iraqê ya li dijî terorê zêde bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin