PeyamaKurd - Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Şerê dijî DAIŞê Brrett McGurk ku piştî biryara vekişîna ji Sûriyê îstifa kiribû, peyameke xatirxwestinê belav kir.
Brrett McGurk li ser hesabê xwe yê twitterê xatir ji hevkarên xwe yên wezareta derve xwest û got: "Îro roja min a dawî ye li Wezareta Derve ya Amerîkayê, tenê hêviya başî û silametiyê ji hevkarên xwe re dixwazim ji bo parastina berjewendiyên welatê me. Derfeteke mezin bû ku min ligel wan kar kir.”
McGurkê ku ji heyama Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama ve li ser karê xwe bû, 22yê Kanûna 2018an dev ji kar berdabû û îro 1ê Çileya 2019an erka wî bidawî dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin