PeyamaKurd – Li Almanyayê xortekî Kurd di dema sobaniyê de li nav rûbarê Rhine de wenda bû û heta niha nehatiye dîtin.
Li gor zanyariyan, ew xortê Kurd ji bo bêhnvedanê li gel birayekî xwe çûye bajarê Wesel û li ser rûbarê Rhine û li nêzîk Bendera Orsoy çûne nav avê ji bo ku sobaniyê bikin û piştî ku Ehmed tevî birayê xwe diçe nav avê, pêla avê wî dibe û çend caran hewl dide xwe rizgar bike û hewaran dike, lê ji ber pêlên avê bihêz bûne, nikare xwe bigihîne beravên rûbar û pişt re dengek jê nayê û wenda dibe.
Bûyer pêr Çarşemê 9ê Hezîranê û derdora saet 19:00 qewimiye.
Hêj çarenivîsa Ehmed ne xuya ye, lê Polîsê Almanya û hêzên hewarçûnê li pey wî digerin û hemû hewldanan dikin ji bo zanîna çarenivîsa wî xortî.
Egereke mezin heye ku ew ciwanê Kurd di rûbarê Rhine de xeniqîbe û avê termê wî ber bi cihekî dûr ve biribe.
Xortê Kurd navê wî Ehmed Xidir e û ji Başûrê Kurdistanê û bajarê Hewlêrê ye û di sala 1991 (30 salî) de ji dayik bûye. Ehmed Xidir sal û nîvek e çûye Almanyayê û li kampeke penaberan dima.
Ehmed Xidir ê 30 salî xwendina xwe di Peymangeha Teknîkî de qedaniye û di dawiya sala 2019 de bi rêya qaçax çûye Yunanê û piştre xwe gihandiye Almanyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin