Hakimê dadgeha bilind ya Tirkiyê serbest hat berdan

Hakimê dadgeha bilind ya Tirkiyê serbest hat berdan

PeyamaKurd- Li Tirkiyê her diçe bêyî ku li pile û meqamê wan binêrin gelek kes tên binçavkirin, di derbarê wan de lêpirsîn tên kirin û wan dixin zîndanan. 2 roj berê dadgerê dadgeha bilind ya Tirkiyê ya bi navê Yargıtayê û dadgerê dadgeha cezayê giran ya Ankara hatibûn binçavkirin.

Îro dadgerê Yargıtayê bi şertê ku pasaporta wî jê bistînin û neçe derveyê welat wî serbest berdan. Hem wê her roj here qereqolê îmze bide ku waye li îqametgaha xwe ye û terk nekiriye.

Dadgerê dinê yê cezayê dadgeha giran, bo lêpirsîna wî wext kêm bû, tîmên lêpirsînê bo zêdekirina wext ji dozgeriyê wext xwestin û dozgerî daxwazê maqûl dît. Lêpirsîna wî dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin