PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi sedema hatina cejna Çilê Zivistanê ya Êzdiyan, peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê kir.
Di peyama Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de wiha hat gotin:
“Bi boneya hatina cejna Çilê Zivistanê ya Êzdiyan, ciwantirîn pîrozbahî arasteyî Mîrê Êzdiyan, Civata Ruhanî û xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin. Hêvîdar in ev cejn bibe sedama aştî û aramiyê û kûrbûna zêdetir a giyana tevabî û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û bibe sedema azadkirina tevahiya dîlan û vegera jiyanê bo navçeyên we”.
Îro cejna Çilê Zivistanê ya Êzdiyan e û merasîmên Çilê li perestgeha Laleş û li nav gund û deverên Êzdiyan têne sazkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin