PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, gel ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî îro çûn ser sindoqan. Dengdanê li bajarên Bakurê Kurdistanê ji saet 07:00an dest pê kir û saet 16:00an bi dawî hat û cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.
Ji alîyê din ve li piraniya bajarên Tirkiyê jî dengdanê saet 08.00an dest pê kirîye û biryar e, saet 17.00an bi dawî bibe.
Piştî ku deriyê binkeyan hat girtin, dema cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir. Heta Lijneya Bilind a Hilbijartinan destûrê nede nabe ku encam bihên ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin