Cezayê siddeta bo xebatkarên tenduristiyê zêde bû

Cezayê siddeta bo xebatkarên tenduristiyê zêde bû

PeyamaKurd- Di meclisa Tirkiyê de qanûneka nûh derket ku ew jî cezayê şiddeta li dijî xebatkarên tenduristiyê ye. Li hemberê doktor, hemşîr an xebatkarên din yên tenduristiyê şiddet çêbibe an heqaret çêbibe, cezayê ku heya niha di qanûn de heye wê %50 zêdetirê wê bidin wan sûcdaran. Xebatkarên tenduristiyê ferq nake, dibe di nexweşxane an dezgeyên dewletê de bin an dibe di nexweşxaneyên taybet de bin, hîç ferq nake.

Di nava sûcan de birîndarkirin, tehdîd, haqaret an bicîhanîna wezîfe ya wan asteng bike, wê dadgeh cezayê wan %50 zêde bike û nabe ku cezayên wan bê paşdexistin.

Eger di heman rêxsitina tenduristiyê de kes hebin di şûna kesê mexdûr de wezîfe bike, wê ji aliyê wî de bêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin