YA dorpêçên ser Tirkiyê fireh dike

YA dorpêçên ser Tirkiyê fireh dike

PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê bi sedema xebatên Tirkiyê yên li Rojhilatê Derya Sipî, dorpêçên xwe yên bo ser Tirkiyê fireh kir. Yekîtiya Awrûpayê dibêje di herêma Kibrisê ya rêvebiriya Kibrisa Rûman de xebatên ku dike ne rewa ne û lewra dorpêçên ser Tirkiyê zêde kiriye. Di rojnama fermî ya Yekîtiya Awrûpayê de weha hat belavkirin:

“Tirkiyê bi sedema xebata xwe ya li Rojhilatê Derya Sipî ya bo sondajê ku dewam dike, me 2 kes ji wana xistiye lîste ya reş.”

Bes di rojnamê de navên her du kesan nehat aşkerakirin. Lê ger malên wan her dû kesan di nav Yekîtiya Awrûpayê hebe, wê dest deynin ser malên wan û geşta wan ya bo welatên Yekîtiya Awrûpayê bibe qedexe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin