Amerîka daxwaza Taywanê qebûl kir

Amerîka daxwaza Taywanê qebûl kir

PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê firotina techîzatên leşkerî yên bi bihayê 330 mîlyon dolarî bo Taywanê tesdîq kir.

Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê ragihand ku firotina perçeyên balafirên F-16 û perçeyên balafirên din yên leşkerî tesdîq kirine. Di beyanê de hat ragihandin ku firotina van alavan wê mêzêna herêmê neguhêre û şiyanên parastina Taywanê bipêşbixe.

Di bernama sala 2019an ya Amerîka de heye ku bi Taywanê re tetbîqatan bikin pêwendiyên leşkerî an sîvîl bipêş bixin. Taywan her weha bi navê Çîna neteweperest jî tê nasîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin