PeyamaKurd –Tîmên Parastina Gumrika Tirkiyê, li Balafirxaneya Navdewletî ya Stenbolê tonek û 700 kîlo madeyên hişber bidest xistin.
Tîmên Midûriyeta Ewlehiya Gumrika Balafirxaneya Stenbolê îro înê(13.11.2019) di encama operasyonekê de li termînala kargoyêya ya wê balafirxaneyê, tonek û 700 kîlo madeyên hişber ên cureya wê ‘Krotom’ ku cureyekî heşîşê ye bidest xistin.
Li gorî zanyariyên berdest, bazirganên madeyên hişber, ev made ji Endonezyayê biribûne Stenbolê û ji wir jî dê bi balafirekê sewqî Amerîkayê bikirana.
Hêjayî gotinê ye ku heya îro rêjeyeke ewqas zêde ya madeyên hişber li Stenbolê û Balafirxaneya Stenbolê nehatibû bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin