Berhem Salih:"Ketina sefaretê îhlala peymana navdewletiye”

Berhem Salih:"Ketina sefaretê îhlala peymana navdewletiye”

PeyamaKurd- Piştî îşxala sefareta Amerîkayê ya Bexdayê serokê Iraqê Berhem Salih peyamekî da û got:

“Ketina nav avahiya sefareta Amerîkayê îhlala peymanên navdewletiye ku hukumeta Iraqê jê berpirse. Protestoya aştiyane mafekiye ku ji aliyê destûra bingehîn de tê parastin. Lê ku mîsyonên biyanî bikin hedefa xwe li dijî mafê Iraqê ye û binpêkirina îtîbara xelkêye.”

Piştî protestokirina xwepêşandêran ku xwestin bikevin nav sefaretê, leşkerê Amerîkayê bo xwepêşandêran ji hev belav bike, bi xazê mudaxeleyê xwepêşandêran kiribû.

Berhem Salih li xwepêşandêran bang kir ku seha sefareta Amerîkayê terkbikin.

Li aliyê dinê Amerîka ji bûyerê Îranê berpirs girtibû lê Îran dibêje bûyerên ku dibin berteka xelkê Iraqê ye li dijî Amerîkayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin