Çekdaran 10 cotkar li ser zeviyên wan serjê kir

Çekdaran 10 cotkar li ser zeviyên wan serjê kir

PeyamaKurd – Li welatê Nijeryayê li gundê Kawurî yê girêdayî eyaleta Borno, çekdarên tundrew ên îslamî êrîşî cotkarên ku li ser zeviyên xwe dixebitîn kir.

Li gorî zanyariyên xwecihî çekdarên tundrew bi çekan êrîş biriye ser cotkaran û piştre 10 cotkar jî serjê kirine.

Cotkarekî ku ji êrîşê rizgar bûye yê bi navê Abubakar Masta ji medya herêmî re diyar kirye ku bûyer sibeha roja Duşemê rû daye û çekdarên ku bi motorsiklêtan hatin bi tivingan êrîş kirine û wî jî termên hevalên xwe dîtine.

Herwiha hatiye ragihandin ku serê 10 cotkaran hatiye jêkirin. Li gorî xelkê herêmê êrîş ji aliyê rêxistina Boko Haram a girêdayî El Qaîdeyê ve hatiye encamdan.

Li Nîjeryayê di êrîşên Boko Haramê de, heta niha bi deh hezaran kes hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin