PeyamaKurd – Parlamentoya rejîma Sûriyê ku îro komkujiya Ermenan a destpêsa sedsala 20an (1915) ku bi destê Osmaniyan pêk hatibû, pesend kir.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku parlamentoyê di rûniştina îro 13ê Sibatê de projeyasaya ku komkujiya Ermeniyan xist ber dengdanê û bi piraniya dengan wekî “komkujî” pênase lê kir û şermezar kir.
Serokê Komîteya Peywendiyên Derve û Erebî li Parlamentoya Sûriyê Butros Morjana, diyar kir ku piştî “Komkujiya Ermeniyan” li bakurê Sûriyê, komkujiya Suryanî û Aramiyan jî hatiye kirin û wiha got: “Dema wê yekê hatiye ku ew kiriyarên dermirovî bêne şermezarkirin û rê li ber were girtin ku carake din dubare nebin.”
Balyozê Ermenistanê ye li Sûriyê Mihemed Hac Îbrahîm jî ragihand, “xelîfeyên wan kesên ku berê komkujî pêk anîne, îro jî bi rêya terorîstan heman tawanan li hemberî xelkê Sûriyê pêk tînin.”
Mihemed Hac Îbrahîm got: “Naskirina komkujiyê girîng e, çimkî heta niha ji welatên Erebî, tenê Lubnanê komkujiya Ermeniyan nas kiriye.”
Seroka Grûba Dostaniya Ermenistan-Suriyê Nora Arisyan jî ew biryar weke biryareke dîrokî bi nav kir.
Sûriyê duyemîn welatê Erebî ye ku bûyerên 1915an weke komkujiya Ermeniyan qebû dike.
Di sala 1965an de weke yekem Uruguayê komkujiya Ermeniyan nas kir. Piştî Uruguayê parlamentoya Qibrisê duyemîn welat e ku ew komkujî nas kiriye.
Welatên ku heta niha komkujiya Ermeniyan nas dikin wiha ne:
Almanya, Arjantin, Avusturya, Belçîka, Bolîvya, Bezîlya, Bulgaristan, Kanada, Şîlî, Çekya, Ermenistan, Fransa, Yunanistan, Îtalya, Lîbya, Lîtvanya, Lûbnan, Luksemburg, Holland, Paraguay, Polond, Portugal, Rusya, Slovakya, Swêd, Swisre, Suriye, Vatikan ve Venezuela.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin