Tekne ya tije teqemenî ya Hûsiyan, hat îmhakirin

Tekne ya tije teqemenî ya Hûsiyan, hat îmhakirin

PeyamaKurd- Di demên dawiyê de êrîşên Hûsiyan û destekvanên wan zêde bûn e û herî dawiyê îro Hûsî xwestin bi tekne ya tije teqemenî êrîş bikin ser hêzên koalîsyona Erebî ya di bin serokatiya Erebistana Si’ûdî de. Bûyer di Behra Sor de çêbû û tekne ji aliyê hêzên koalîsyonê de hat îmhakirin.

Hêzên koalîsyonê yên di bin serokatiya Erebistanê de, bi awayeka nivîskî ragihand ku li başûrê Behra Sor, tekne ya ku bi cîhazê dihat îdarekirin, ji aliyê hêzên koalîsyonê de hat îmhakirin. Tekne ji aliyê lîmana Hudeyde de hatiye şandin.

Heya niha Hûsî di mijara teknê de tibeyanekî nedane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin