PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Xelîl Hedad daxuyakirin ku piraniya daxwazên Herêma Kurdistanê hatine qebûlkirin û got, projeyasaya budceyê tevî rêjeya bo Kurdan hatiye temamkirin.
Hedad destnîşan kir, "Ez dikarim bibêjim ku em pê razî ne û baş e, tiştê girîng ew e ku me karî meaşên karmendan û Pêşmerge derxin derveyî kêşmekêşiyên siyasî.”
Beşîr Xelîl Hedad ji medya Kurdistanê re daxuyakirin, “Bêguman îro civîn dê were kirin, civîn jî mijara budceyê tê de ye, ji ber ku mijara budçe di lijneya darayî de temam bûye, tê çaverêkirin ku heta êvarê bigihîje parlementoyê daku di civîna êvarê de ev mijar were gotûbêjkirin û yek bi yek deng li ser madeyan û piştre li ser hemû projeyasayê were dayîn.”
Beşîr Hedad li ser pişk û mafê Kurdan di projeyasaya budçeya 2019an de got: “Em weke fraksiyonên Kurdistanî me hewldanên gelek mezin daye, heta niha jî em li ser dixebitin, civîna lijneya darayî ligel Desteya Serokatiya Parlementoyê bi dawî bûye.”
Hedad eşkere kir: “Ewê ku ji bo Kurdan hatiye danîn, ez dikarim bibêjim ku em pê razî ne û baş e. Tiştê girîng ew e ku me karî mûçeyên fermanberan û Pêşmerge derxin derveyî kêşmekêşiyên siyasî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hat pabendkirin ku rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompaniya Somo bike ligel hemû dahatên federalî ji bo xezîneya giştî ya dewletê, eger pabend nebe, wê demê beşa budeyê û veberhênan û projeyan bi qasî ku nayê şandin, dê jê were birîn, lê ev li ser şandina mûçeyên Pêşmerge û fermanberan bandorê nake.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin