Zîndanî serî hildan û 50 kes mirin

Zîndanî serî hildan û 50 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Amerîka Latînî li Ekvadorê di sê zîndanên cuda yên bajarên cuda de zîndanî serî hildan û herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Li gor ragihandina çapemeniya Ekvadorê; li bajarên Guayaquil, El Turi û Cotopaxiyê de zîndanî serî hildane û herî kêm 50 zîndanî jiyana xwe ji dest dane û tenha 2 polîs birîndar bûne.

Li gor rêvebiran; gelek hêzên ewlekariyê çûne ciyê bûyerê û dixebitin da kontrola zîndanan bixin destên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin