Rûsya wê bajarokekî vala bike da ku wesayitek dakeve ser Heyvê

Rûsya wê bajarokekî vala bike da ku wesayitek dakeve ser Heyvê

PeyamaKurd – Rûsya wê di 11ê Tebaxê de bajarokek li rojhilata dûr a welêt vala bike, di çarçoveya mîsyona xwe ya şandina keştiya fezayê bo Heyvê piştî 50 salan yekem car.

Li gorî ajansa fezayê ya Rûsyayê Roscosmos, di çarçoveya mîsyona şandina keştiya fezayê ya ji sala 1976an û vir ve cara yekem e, keştiya heyvê ya Luna-25 dê ji Kozmodroma Vostochny, ku bi qasî 5,550 kîlometre dûrî rojhilatê Moskowê ye, were avêtin.

Niştecihên devera niştecihbûnê ya Shakhtinskyi li herêma Khabarovsk a Rûsyayê, li başûrê rojavayê devera ku wê keştiya fezayê lê were avêtin. Ji ber ku tê texmînkirin lezkerên roketan dema ji wesayitê qut bibin wê bikevin herêmê, 11ê Tebaxê danê sibehê ji herêmê bên derxistin.

Roscosmos diyar kir, Lunar-25 wê bibe wesayita ewil ku dakeve qutba başûrê Heyvê. Tê payîn ku wesayît salekê li ser rûyê Heyvê bimîne.

Armancên sereke yên mîsyonê pêşxistina teknolojiyên daketina nerm, lêkolîna hundurê Heyvê, û lêgerîna çavkaniyên wekî avê ne.

 
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin