PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser qeyrana avhewayê axivî û diyar kir ku "Mirovahiyê deriyên dojehê vekir."
Antonio Guterres, di Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî de hat lidarxistin de axivî.
Guterres di axaftina xwe de bal kişand ser pêşniyazên çareseriyê yên ji bo qeyrana avhewayê û got "Mirovahiyê deriyên dojehê vekir."
Guterres li ser bandorên "germahiya xedar" a li cîhanê û got ku cotkar ji ber lehiyê zirar dîtine, germa zêde bûye sedema nexweşiyan û ji ber şewatê ku mirov neçar mane koç bikin.
Sekreterê NYê destnîşan kir ku heger avhewa neguhere, bi zêdebûna germahiyê re cîhan bi rewşek xeternak û ne aram re rû bi rû dimîne û got,
"Em hîn jî dikarin cîhaneke bi hewaya paqij, karên kesk û enerjiya paqij a bi erzanî ji bo her kesî ava bikin. Veguhestina ji sotemeniyên fosîl ber bi enerjiyên nû ve dibe, lê em bi dehan salan li paş in."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin