PeyamaKurd – Li paytexta Iraq Bexdayê û Başûrê Iraqê, îro Yekşemê dijî hikûmeta Iraqê xwepêşandanên protestoyî hatin kirin.
Li gorî medya Iraqê xwepêşanderên ku li dorûbera baregehên parêzgeha Bexdayê kom bûbûn, kolan û pirên serekî yên bajêr girtin.
Xwepêşanderên Iraqê daxwaza kar û xizmetguzariyê li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dikin.
Li parêzgeha Zîqarê jî xwepêşanderan li ber baregehên parêzgehê kom bûn û daxwaza derfetên kar û xizmetguzariyê li hikûmetê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin