PeyamaKurd - Albûma nû ya Aynur Dogan bi navê Hedûr li ser hemû platformên dijîtal hat belavkirin.
Albuma nû ya hunermenda navdar a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan, “Hedûr - Solace of Time” ku ji 8 stranan pêk tê, bi etîketa BGST Recordê hat belavkirin.
Aynur li ser hesabê xwe yê medya civakî radigihîne, ku ew dê di meha Sibatê de reze-konsêrtan saz bike û destpkê jî dê roja 17ê vê mehê (Çile) yekemîn konsêrta xwe li bajarê Lil ê Fransayê saz bike.
Aynur Dogan di sala 1975an de li baajrê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 1992yan diçe Stenbolê û li wê derê muzîkê bi awayekê akademîk dixwîne, herwiha di sala 2002yan de yekemîn albuma xwe ya bi navê ‘Seyir’ belav dike.
Aynur herî zêde bi strana ‘Keça Kurdan’ tê naskirin. Wê hunermendê, albuma Keça Kurdan di sala 2004an de belav kir û di sala 2005an de jî albumên Bahar, Miraz û Nûpel belav kir.
Aynur, di sala 2010an de albuma Rewend û di sala 2013yan jî albuma Hevra, ku ji aliyê dezgeha Sony Music ve hatin berhemanîn, belav kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin