PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê piştî normalîzebûna têkiliyên Îsraîlê bi Îmaratan û Bahreynê re, Erebistana Si’ûdiyê dawet kir ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal bike.
Wezîr Pompeo, wezîrê karên derve yê Erebistanê Faysal bîn Ferhan bîn Abdûllah Al Sûûd li baregeha wezareta xwe qebûl kir û pêre hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de behsa têkiliyên duqolî, pirsgirêkên herêmî û ewlekariyê hatin kirin. Pompeo xwest ku Erebistan li ser peymana Îbrahîm (Abraham Accord) bifikirin da têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal bikin.
Pompeo hem ragihand ku Washington destekê dide bernameyekî firotina sîlihan yên xurt an ku zêde bo Erebistanê. Pompeo weha got:
“Em difikirin ku Erebistan jî têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal bike û bo peymana Îbrahîm, desteka ku heya îro ji Erebistanê sitendine sipasiya wan dikim. Li herêmê, bo bertekê li hemberê bandora Îranê deynin û refahê bibînin, bila pêdiviya hevkariyê qebûl bikin û ev nîşana guherîna dînamîkekî li herêmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin