Iraq: Em dixwazin wê mijarê bi dawî bikin

Iraq: Em dixwazin wê mijarê bi dawî bikin

PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Kasim el-Araci, serdana gora Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî kir.

Araci diyar kir ku ew dixwazin bi Tirkiye û bi Îranê re peymana ewlehiyê çêbikin û got, "Iraq dixwaze bi Tirkiyeyê re vê mijara girîng û hestiyar bi dawî bike."

Araci diyar kir ku wan bi Serokê YNKê Bafil Talebanî re hevdîtin kiriye û got, armanca serdana wan xurtkirina pêwendiyan û kontrolkirina peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye.

El-Arac di bersiva pirsa ‘Gelo bi Tirkiyeyê re lihevkirineke bi vî rengî li dijî PKKê heye yan na? got ku

“Iraq dixwaze vê mijara girîng û hestiyar bi Tirkiyeyê re bi dawî bike. Tirkiye jî wekî Îranê cîranekî girîng e. Ji bo vê yekê jî Iraq dixwaze rê li her êrîşeke çekdarî ya komeke çekdar li dijî cîranên xwe ji xaka xwe bigire. Wekî Îranê, niha jî hewil ji aliyê hemû aliyan ve tê kirin ku bigihîjin rêkeftinekê ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê ya bi temamî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin