Peyama Kurd - Hate ragihandin ku navenda gundê Guharzeyê yê ser bi nahiyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê bûye armanca topeke şer.
Jêderên herêmî ragihandin ku topa ku li navenda gundê Guharzeyê ketîye bi şansî nebûye sedema mirin û brîndarbûna welatîyan lê belê teqîna topê, li gel zîyana malî, bûye sedemê metirsîyeke tûnd a derûnî jî.
Welatiyê gundê Guharzeyê metirsîya xwe destnîşan kirin û gotin ku ew nizanin ev guleya topê ji alî kêjan hêzê ve hatiye avêtin.
Berîya niha jî çen caran topên dûravêj li qadên gundên Amêdîyê ketibûn. Di 3 mehên dawî de cara pêncemîn e ku top li gundên Amêdiyê dikevin.
Navçe nêzîkî qada şerê artêşa Tirkîyeyê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Ji ber şerê navbera dû alîyan gellek caran mirovên sîvîl têne kuştin û ziyana malî li şênîyên deverê dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin