Pêngava 'Xezzeyê' ji Kanadayê

Pêngava 'Xezzeyê' ji Kanadayê

PeyamaKurd – Kanada diyar kir ku ew ê ji bo welatiyên xwe yên ku xizmên wan ên li Xezzeyê hene bînin Kanadayê, serlêdana vîzeyê ya demkî bide destpêkirin.

Wezîrê Koçê yê Kanadayê Marc Miller derbarê mijarê de daxuyanî da rojnamevanan.

Miller diyar kir ku rewşa li Xezzeyê wek "nayê jiyîn nabe" û got, ew plan dikin ku di 9ê Çileya 2024an de bernameya vîzeya demkî pêk bînin.

Miller destnîşan kir ku xizmên malbata Kanadayî yên li Xezzeyê heke pîvanên pêwîst pêk bînin wê 3 salan vîze bidin.

Miller diyar kir, ev serîlêdan wê ji bo dêûbav, dapîr, hevjîn û zarokên Kanadiyên li Xezzeyê derbasdar be û got, ev kes beriya ku bên Kanadayê wê li Qahîreyê ji kontrolên ewlehiyê yên zêde derbas bibin.

Miller got, "Çi ji destên me tê em ê bikin ku alîkariyê bikin, lê em nikarin derketinek ewle garantî bikin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin