PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 29ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Ermenistanê Vahagn Xaçturyan kir û di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Ermenistanê hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û wezîrên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn de, danûstandin li ser pêwendiyên ligel Ermenistanê di warê aborî de hatin kirin, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhatan pevguhertin.
Herwiha behsa derfetên pêşxistina pêwendiyên Ermenistanê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di warên bazirganî, veberhênan, kertê taybet, pizişkî û geştiyariyê de hate kirin û bal kişandin ser derfetên geştên rasterast ên asmanî yên navbera Ermenistan û Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve.
Di civînê geşedanên dawî yên ser rewşa herêmê jî hatin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin