HDPê ji Parlamana Tirkiyê dixwaze enfalkirina Kurdan weke jenosîd bê naskirin

HDPê ji Parlamana Tirkiyê dixwaze enfalkirina Kurdan weke jenosîd bê naskirin

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pirojeyasayek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir ku pêşinyar dike, proseya Enfalê wekî jenosîdkirina Kurdan bê naskirin.

Parlemanterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç, bi pirojeyasayekê daxwaz kiriye ku parlamentoya Tirkiyê, enfalkirina 182 hezar Kurdên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Sedam Husên ve, weke komikojiya Kurdan bide naskirin.

Di projeyasaya HDPê de hatiye gotin ku  li serdema desthilata Sedam Husên û di piroseya Enfalê de, rejîma Beis 182 hezar Kurd zîndî binax kirin, proseya Enfalê bi çekê kîmyewî li Helebce gihişte lûtkeyê û zêdetirî 5 hezar Kurdan hatin kumkujîkirin, zêdetir ji 10 hezar kesên din jî birîndar bûn û 4 hezar û 500 gund jî hatin şewitandin.

Di berdewamiya projeyasayê de gotin: “Kurd rastî hemû curên kiryarên li dijî mirovahiyê bûn, zêdetir ji milyonekê kes koçber bûn. Daku ev kiryara li dijî mirovahiyê dubare nebe, pêwîst e Parlamentoya Tirkiyê vê pirojeyasayê bike rojev û bipejirîne û Enfala Kurdan weke jenosîd nas bike.”

Murat Sarisaç herwiha li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê Enfalê de dibêje: “Rejîma Beisê ya hov li Kurdistana Başûr di navbera salên 1986-1989an de sed hezaran Kurd qetil kirin. Va ye îro salvegera jenosîda Enfalê ye. Îro Roja Bîranîna Neteweyî ya Enfalê ye. Ji ber vê yekê, em car din qurbaniyan bi rehmet bibîr tînin û kujeren vê jenosîdê şermezar dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin