PeyamaKurd – Bajarê Belgorod ê Rûsyayê bû hedefa bomberdûmaneke nû ya Ûkraynayê.
Rayedaran ragihandin ku li herêmê ji ber metirsiya êrîşên nû dema betlaneyê ya dibistanan hat dirêjkirin.
Parêzgarê Belgorodê Vyacheslav Gladkov ragihand ku di bomberdûmana dawî de herî kêm 2 kes birîndar bûne, kanalên Telegramê jî wêneyên wesayîtên xerabûyî yên li bajarê nêzî sînorê Ukraynayê weşandin.
Parêzgar herwiha diyar kir, "Li gorî agahiyên destpêkê 2 birîndar hene. Yek ji milê xwe û yê din jî jii destê xwe birîndar bûye."
Wî herwiha got, "Sîstema me ya berevaniya esmanî li herêmê operasyon kir, 10 hedefên esmanî yên ku nêzîkî bajêr bûn hatin xistin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin