Peyama Kurd - Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna êrîşên Hûsiyan yên li Deryaya Sor bi tûndî rexne kir û got: “Nabe ev êrîş bê bersiv bimînin.”
Di serdana xwe ya Îsraîlê de Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna di derbarê êrîşên li Deryaya Sor ên li ser keştîyên bazirganîyê yên Hûsîyên ku girêdayî rejîma Îranê ne û li Yemenê desthilatdar in bi tûndî axivî.
Colonna, li paytexta Îsraîl Tel Avîvê bi payebilindên Îsraîlî re hin hevdîtinan pêk anî. Piştî hevdîtinan Colonayê, êrîşên Hûsîyan ên Deryaya Sor ku piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê zêde bûn bi tûndî rexne kir û got: “Nabe êrîşên Hûsiyan bê bersiv bimînin. Li ser bijardeyên bersivdayînê em bi hevpeymanên xwe re danûstandinan dikin.”
Li gor zanyarên malpera Politiko ya Amerîkî, Pentagon, ji bo li dijî binkeyên leşkerî yên Hûsîyan gurzeke serbazî pêk bîne, bi hevpeymanên xwe re danûstandinên şêwrê dimeşîne.
Malperê angaşt ku ‘ji bo piştevaniya planeke êrîşê ya li dijî Hûsiyan, DYAyê çend roj berê çend keştiyên şer arasteyî hin deverên Rojhilata Navîn kirî ye.”
Çend çavkaniyên medyayî yên DYAyî jî angaştin ku, rêveberîya Biden, ji ber egera xurtbûna rejîma Îranê li ser êrîşeke leşkerî ya li dijî Hûsiyan dudil e.
Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî yê DYAyê Jake Sullivan jî demek bere ragehandibû ku Washington, bi hevpeymanên xwe re li ser li dijî Hûsîyan pêkanîna êrîşeke leşkerî di nav danûstandinan de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin