DYA wê pistgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomîne

DYA wê pistgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomîne

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomînin.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov re hevdîtin kir.

Wezîran li ser zêdekirina hevkarîya stratejîk di navbera Amerîka û Ukrayna de, li ser pêşnîyarên alîkarîya ewlekarî yên wek cebilxane û wesayîtên zirxî, û herwiha berevanîya asmanî ji bo parastina sivîlên Ukraynî û binesaziya krîtîk ji êrîşên Rûsî gotûbêj kirin.

Austin piştrast kir ku Dewletên Yekbûyî dê piştgirîya xwe ya ji bo "Ukraynek azad, ewledar û serwer" bidomîne.

Her du wezîran herwiha bal kişandin ser civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê (UDCG) ku dê di 6ê Îlonê de li Baregeha Esmanî ya Ramstein a Amerîkî li Almanya were lidarxistin, tê de nêzîkê 50 hevalbend û hevkar dê hewcedariyên şer ên bilez ên Ukraynayê gotûbêj bikin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin