PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 15ê Gulanê bi boneya 60emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got, “Mamoste dikarin bi rêya perwerdeyeke dirust û pêşketî, civakeke tendirust ava bikin, civakekê ku mirovê niştimanperwer û dahêner dirust bike û bibe beşek ji proseya pêşxistin û geşepêdana Kurdistanê.”
Mesrûr Barzanî pîrozbahî pîrozbahî li serok û endamên Mekteba Sekreteriyê û tevahiya mamosteyên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Serokwezîr Barzanî da zanîn, “Mamosteyên Kurdistanê di serdem û qonaxên cuda ên xebata gelê Kurdistan û heta îro, roleke wan ya diyar û pêşeng di berevanîkirina li mafên rewa ên xelk Kurdistanê û pêgehandina nifşê nû û hişyarkirina civakê de hebû, ji ber wê bi rêz û pêzanîn xebat, têkoşîn û rola hemû mamosteyên Kurdistanê di gihandina peyama perwerde û fêrkirinê ya pîroz bi bîr tînin.”
Di dawiya peyama xwe de jî Mesrûr Barzanî got: “Spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim ku tevî rewşa ne li bar û sexte de, hemû hewlên xwe didin ji bo poseya xwendinê berdewam be. Hêvîdar im Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya hemû aliyan, bikare xizmeteke zêdetir û hêjayîtir li mamosteyan bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin