PeyamaKurd – Bernivîsa li ser dirêjkirina peymana Daxistina Çekên Navokî yên Stratejîk yên Nû (New START) ji aliyê Parlamentoya Rûsyayê ve, hat pejirandin.
Dema wê peymana Rûsya û Amerîka di hefteya pêş de bi dawî dibû.
Qesra Spî diyar kiribû, Serok Joe Biden û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin ser New STARTê axifîne û wan li hev kirine ku tîmên wan berî 5ê Sibatê, haziriyên li ser dirêjkirina peymanê biqedînin.
Her du civatên Parlamentoya Rûsyayê, roja Çarşemê dirêjkirina peymana ser sînordarkirina çekên navokî qebûl kir.
Herwiha, çaverê ye ku Vladimir Putin bernivîsa ku Parlamenê pejirandiye îmza bike.
Amerîka û Rûsya, di dema Serokê berê Donald Trump de ji ber hin şertên wî yên ku dixwest Moskow li wan tevbigere nikaribûn dema peymana New STARTê dirêj bikirana.
Putin di Foruma Aborî ya Cîhanê de, ku bi awayekî onlayn li dar ket, da zanîn, ku dirêjkirina peymanê ‘‘gaveke rast e.’’
Serokê Komîteya Peywendîyên Navneteweyî yê Civata Federasyonê ya Rûsya Konstantin Kosachev diyar kir, ku bi dirêjkirina peymanê re bo ewlekariya wan ya neteweyî garantî çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin