Qeterê, balafirên ser firotin wî welatî!

Qeterê, balafirên ser firotin wî welatî!

PeyamaKurd- Rayedarên Endonezyayê ragihand ku wan ji Qeterê, 12 balafirên şer ên Mirage 2000-5 ên Fransayê kirîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Kompas a Endonezyayê, di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê de hat diyarkirin ku 9 ji wan balafiran, yek kursî û 3 ji wan jî du kursî ne.

Hat diyarkirin ku ji bo balafirên şer ên Mirage 2000-5, bi Qeterê re 792 milyon dolar lihevkirinek çêbûye û dê di nav 24 mehan de balafir bên radestkirin.

Her wiha Berdevkê Wezareta Parastina Endonezyayê  Edwin Adrian Sumantha li ser mijarê got ku

“Ji bo ku amadehiya şer were mîsogerkirin, pêwîstiya fîloya Hêza Asîmanî ya Endonezyayê, bi balafirên şer ên ku bi lez bên radestkirin heye.”

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku planên Endonezyayê ji bo guhertina balafirên şer ên F-5 Tiger, bi balafirên Su-35 ên Rusyayê, ji ber sizayên Amerîkayê yên li dijî Rusyayê, hatin astengkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin