Li Afxanîstanê lehî rabû: Hejmara miriyan zêde dibe

Li Afxanîstanê lehî rabû: Hejmara miriyan zêde dibe

PeyamaKurd- Li paytexta Afxanîstanê Kabîlê, ji duh ve ye lehî rabûye û hat ragihandin ku di encama vê karesatê de gelek kesan canên xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê welayeta Logarê yê rêveberiya Talîbanê Mevlevi İnayatullah Şuca, lehî ji ber barana zêde çêbûye û di encamê de 20 kesan canên xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku baran ji duh şeveqê ve dest pê kiribû û lehî di danê êvarê de rabûye.

Li gorî daxuyaniya parêzgar, 32 kes ji ber lehiyê birîndar in û heta niha ji 4 kesên wenda jî agahî nehatiye girtin. Her wiha hat eşkerekirin ku di encama vê lehiyê de ji 3 hezaran zêdetir xanî, ziyan dîtine. Bi berdewamî hat gotin ku li gelek gundên derdorê jî xelk li benda rizgariyê ye.

Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Karesatan a hikûmeta derbasdar a Talîbanê Mihemed Nesim Heqanî jî ragihand ku di nav vê meha dawî de ji ber lehiyan bi giştî 165 kesan canên xwe ji dest dane û pê re jî bi hezaran donim erd ziyan dîtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin