PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Sêwasê li navçeya Hafikê kamyonetekî ji kontrola ajotvan derket û qelibî. Di encamê de kesekî can da û yek jî birîndar bû.
Qeza li dora siet 21.30 an de çêbû. Di qezayê de İlyas Tuna yê 52 salî li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest da û ajotvan K.D. birîndar bû. Tîmên renduristiyê birîndarî bi ambûlansê bir nexweşxanê bo tedawiyê.
Piştî lêkolîna polîsan, cenaze İlyas Tuna birin morga nexweşxanê bo otopsiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin