Necefî: Birîna daran li daristanên Zagrosê zêdetir bûye

Necefî: Birîna daran li daristanên Zagrosê zêdetir bûye

PeyamaKurd Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Sirûştî yê parêzgeha Luristanê Şîrzad Necefî diyar kir, birîna daran li daristanên Zagrosê zêdetir bûye.

Şîrzad Necefî eşkere kiriye, budçeya hewce ji bo rêgirîkirin ji agirpêkevtin li daristananên Zagrosê tinînin.

Di berdewamiyê de destnîşan kiriye, qedexekirina birîna daran li daristanên bakurê Îranê bûye sedem ku qaçaxçî daristanên Zagrosê bikin armanc.

Herwiha li daristanên Zagrosê jî birîna daran qedexe ye, lê kesên ku zêdetir girêdayî rejîmê ne, wan daran dibirin û hêzên rejîmê tu rêgiriyê li wan nakin.

Rejîma Îranê ji bo parastina daristanên Zagrosê tu budçeyek diyarî nekiriye û hemû caran, xelkê ew daristan parastine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, çalakvanên jîngehparêz tevî rêgiriyên rejîmê, hewla parastina wan daristanan didin û heta ji bo vê yekê canê xwe jî kirine qurbanî ku yek ji wan kesan şehîd “Şerîf Bacwer” û herwiha çend hevalên wî bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin