Amerîka û Çînê, peyama hevkariyê da

Amerîka û Çînê, peyama hevkariyê da

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Nûnerê Taybet ê Guhertina Avhewayê yê Serokê Amerîkayê John Kerry, di çarçoveya 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da li New Yorkê bi Alîkarê Serokomarê Çînê Han Ching re civiya.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Kerry bal kişande ser wê yekê ku Çîn û Amerîka du welatên ku herî zêde gazên serayê di atmosferê de derdixin in û tekez kir ku bêyî hevkarî û îradeya van herdu welatan, qeyrana  avhewayê çareser nabe.

Kerry bal kişand ser pêwîstiya çalakiyên şênber ên ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê û diyar kir ku ji bo bilindbûna germahiya global heta 1,5 pileyî bihêle, divê Çîn belavkirina karbonê û berdana gazên din ên serayê yên wekî metanê sînordar bike û beşdarî xebatên cîhanî yên li dijî neqanûnî bibe.

Kerry diyar kir ku divê hemû welat di van 10 salên xeternak de lez bidin çalakiyên xwe û beriya Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) ya sala 2023yan ku di mijdarê de li bajarê Dubaiya Îmaratê bê lidarxistin, amadekariyên xwe bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin