PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Pakîstanê ve hat ragihandin ku wan ji ber koça dawî ya Keybanûya Brîtanyaya Yekgirtî Elîzabetha 2yemîn, li seranserê welêt şîna neteweyî ragihandiye.
Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî ya Pakîstanê, bi erêkirina Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf, ji ber koça dawî ya Keybanûya Brîtanyaya Yekgirtî Elîzabetha 2yemîn ku di 8ê Îlonê de hat ragihandin, li seranserê welêt dê sibê şîna neteweyî dest pê bike.
Biryara şîna neteweyî, ji aliyê Wezîra Agahî û Weşangeriyê ya Pakîstanê Meryem Aurangzeb ve hat ragihandin û hat diyarkirin ku dê sibê li seranserê welêt, ala heta nîvî werin daxistin.
Elizabetha 2yemîn, di 96 saliya xwe de koça dawî kir û ji aliyê rayedarên Brîtanyayê ve hat ragihandin ku dê di 19ê Îlonê bi beşdariya serokdewletên cîhanê, merasîma cenazeyê keybanûyê were rêvebirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin