PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di derbarê êrîşa moşekî ya komên terorîst li ser qezaya Xebatê de, pêwendiyeke telefonî bi Serok Barzanî re kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şeva borî pêwendiyeke telefonî bi Serok Mesûd Barzanî re kir.
Baregehê da zanîn, Kazimî di wê pêwendiyê de pîrozbahiya cejna Remezanê li Serok Barzanî kir û hêviya aramî, xêr û xweşiyê ji gelê Kurdistanê re û biratiya di navbera tevahiya gelê Iraqê de xwest.
Herwiha di wê pêwendiyê de, pêşhatên dawî ewlekariyê û moşekbarana refînereke qezaya Xebatê ji aliyê komên terorîst ve hatin guftûgokirin û Serokwezîrê Iraqê tekezî li wê kir ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê wê êrîşkarên wê tawanê bigihînin cezayên wan.
Di berdewamiyê de eşkere kir, destdirêjî û tawanên bi vî awayî, îradeya hikûmeta Iraqê ji bo sepandina yasayê û şikandina teror û tawanbaran, bihêztir dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin