Misir û Tirkiye hevdîtinên hevkariya aborî kirin

Misir û Tirkiye hevdîtinên hevkariya aborî kirin

PeyamaKurd – Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Omer Bolat bi wezîrê sanayî û bazirgani ya Misrê bi Ahmet Samir Saleh re di Kongra Fûara Hilberîna Navdewletî de, di civîna heyetan de hatin cem hev, Bolat axaftinekî kir û got:

“Tirkiye û Misir çendîn di seha aboriyê û entegrasyona bazirganî de hevkarî bike, wê di herêma me de giraniya me çêbibe. Wê ev hevkarî di Rojhilata Navîn û Afrîka de ji bo çareseriya pirsgirêkan girîng be. Wê ev hevkariya hêzan, ji bo li Xezzayê xwîn bisekine, dê katalîzorekî baş be.”

Wezîrê Bazirganî û sanayiyê yê Misrê Ahmet Samir Saleh jî di axaftina xwe de got:

“Hun sed sala xwe pîroz dikin. Înşallah hun pîrozbahiya xwe bi sed salan dewam bikin. Di nav sê mehên borî de em sê caran bi wezîr re civiyan. Hun îro bi 170 şîrketan re li vê derê ne. Hun her wext bi me re li vê derê ne. Di navbera her dû dewletan de, di sala 2007an de STA hatibû îmzakirin. Em, ji hecma bazirganî ya 1,5 milyar dolarî, îro gihane 10 milyar dolarî. Di wexta pêşiya me de wê ev miqdar bibe 15 milyar dolar.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin