PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê bi sedema ku destê xwe xistine nav karê hundir yê Rûsyayê, nota ya protestoyê da Kanada, Amerîka û Îngîltere. Li gor ragihandina nivîskî ya wezareta karên derve ya Rûsyayê; her sê dewletan bi sedema ku Rûsya 25 sal ceza daye muxalifê xwe yê Rûsyayê Vladimir Kara-Murza, ‘daxwuyaniyên tevlihevkirinê’ dane û ‘agahiyên derew’ belav kirine.
Rûsya ragihandiye ku van agahiyan qebûl nakin û ji ber sedemên li jorê, bangî balyozê Îngîltere yê li Moskovayê Deborah Bronnert, balyozê Amerîkayê yê li Moskovayê Lynne Tracy û balyozê Kanadayê yê li Moskovayê Alison Le Claire kirine da herin wezareta karên derve.
Di daxwuyaniyê de Rûsya dibêje ku ev mudaxele, ‘mudaxeleya nav karên Rûsyayêye’ û notayên protestoyê dane balyozên her sê dewletan.
Muxalifê desthilata Rûsyayê siyasetmedar Vladimir Kara-Murza, bi sedema ku ji ‘wetenê xwe rê îxanetê kiriye’ û di derbarê artêşa Rûsya de ‘agahiyên derew’ belav kiriye, dadgeha Rûsyayê 25 sal ceza û 5 hezar dolar jî cezayê pere dabûyê. Vladimir Kara-Murza di heman wextê de hemwelatiyê Îngîltereye.
Li ser cezakirina siyasetmedarê muxalif Kara-Murza welatên rojava daxwuyaniyên şermezariyê ragihandibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin