PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Eyyubiye otomobîlekî ji desthilata ajotvan derket û çû nav qelebalixa ku diçûn parkê. Di bûyerê de 5 zarok can dan, 5 kes birîndar bûn û otomobîl piştî li du erebeyan xist karibû bisekine.
Bûyer, li ser rêya Eyyubiye û Akkçakale çêbû. Zarokên ji rexekî rê diçûn rexê din parkê, di bin otomobîlê de man û can dan. Kesên birîndar bûn rewşa wan girane û wan bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr.
Ji ber bûyer gelek mezine hêzên asayîşê li ciyê bûyerê tedbîrên tund sitendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin