PeyamaKurd – Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî diyar kir: “Civîna îro ya parlamentoyê, ji bo hemû aliyan berpirsiyarî ye û em hemû hewldanên xwe dikin ji bo civîn were kirin.”
Viyan Sebrî destnîşan kir: “Rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê girîng e, ji bo hemû aliyan berpirsiyarî ye, li gor biryara Dadgeha Federal a Iraqê, divê 220 parlementer di rûniştinê de amade bin ji bo temambûna rêjeya yasayî, em bi hemû aliyan hewl didin civîn were kirin.”
Sebrî eşkere kir: “Hevpeymaniya me (Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman) heye, parlamenterên hevpeymaniyê niha li parlamentoyê amade ne, em hêvî dikin aliyên din jî beşdarî civînê bibin.”
Di berdewamiyê de Herwiha da zanîn: “Ev civîn berpirsyariya dîrokî ye û bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ve girêdayî ye, hemû gelên Iraqê li bendê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin