PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li Lutkeya Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê ku li bajarê Semerkant a Ozbekistanê birêve diçe, got ku ew dixwazin şer û pevçûnên li Ukraynayê bidawî bînin, lê Ukrayna xwe nêzî hewldanên aştiyê nake.
Pûtîn piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî di civîneke rojnamevanî de got ku Hindistanê fikarên xwe yên bo şerê li Ukraynayê aniye ziman û diyar kir: "Em dixwazin şer bidawî werînin, lê li hember vê hewldana me ya aştiyê rêveberiya Ukrayna pêvajoya muzakereyan red kir û ragihand ku ew dixwazin bi rêya şer bigihin armancên xwe.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Rûsyayê bi fermana Pûtîn 24ê sibata 2022yan şerekî mezin bo dagirkirina Ukraynayê daye destpêkirin ku heta niha jî şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û Ukrayna jî bi alîkariyê Amerîka û welatên Rojava yên endamên NATOyê berxwe dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin