Li Ukraynayê helîkopter ket: Wezîr jî di nav de gelek mirî hene!

Li Ukraynayê helîkopter ket: Wezîr jî di nav de gelek mirî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada berevaniyê ya Ukrayayê hatin ragihandin, li bajarê Brovaryê helîkopter ket xwarê û Wezîrê Karên Hundir jî di nav de gelek kes mirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li bajarê Brovaryê Ukraynayê helîkopterek li kêleka kreşeke zarokan ket xwarê. Hat ragihandin ku di qezayê de Wezîrê Karên Navxweyî Denis Monastirskiy û cîgirê wî Yevgeny Enin jî di nav de 18 kesan can da ku 2 jê zarok bûn.  Hat zanîn ku 10 jê zarok 22 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Ukraynayê da hat gotin, "Sedemên vê qezayê, ji aliyê lêkolîneran ve tên lêkolînkirin. Em ê di demeke kin de bizanin ka ew sabotaj e, têkçûna amûran e yan jî binpêkirina ewlehiya firînê ye." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin