PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya dûrxistina wî ji posta seroktiya parlamentoyê, civîneke rojnamevanî li Bexdayê li dar xist.
Mihemed Helbûsî ragihand ku biryar û tawanbariyên li ser wî hatine kirin bêbingeh in û got: “Li dû madeya 49ê ya destûrî û li dû qanûna hilbijartinan, biryara Dadgeha Federal ne qanûnî ye. Em li ser wê yekê rijd in ku hemî alî pabendî destûrî bin.”
Helbûsî diyar kir: “Li gor destûr û qanûna hilbijartinan, tenê Serokê Perlamanê dikare endametiya perlamenteran bidawî bîne. Herwiha tenê Dadgeha Dadwerî dikare ji bo tawanên cuda cuda biryarê li ser perlamenteran bide.”
Herwiha Helbûsî got: “Skalaya Xeşan di derheqê piştevanîkirina kompaniyên Amerîkî de ku “ji bin ve bi ser Israîlê ve ne” qet ne rast e û pêwendî bi me ve nîne. Dadgeha Federal bi merem skalaya Xeşan û ya Dilêmî tevlîhev kirine. Dadgeha Federal tenê karibû biryar bida ku destberdana Dilêmî rast e yan na.”
Helbûsî destnîşan kir ku ew ji bo xizmetkirinê ketiye siyasetê û dê berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, don 14ê Mijdarê Dadgeha Federal biryara bidawîanîna endamtiya Mihemed Helbûsî û Leys Dilêmî li Parlamena Iraqê da û Helbûsî ji postê Serokatiya ParlamenaI hate dûrxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin