PeyamaKurd- Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump, li ser hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê yên sala 2024an, mitîngên xwe yên hilbijartinên navberêdewam dike û di mitîngekê de da zanîn ku ew ê van rojan bangeke mezin bike.
Donald Trump, ji bo hilbijartinên navberê yên Serokatiya Amerîkayê, mitînga xwe ya dawî îro li eyaleta Ohioyê kir. Trump di wê mitîngê de ragihand ku van hilbijartinên navberê jiyanî ne û ew ê di 15ê Mijdarê de li Florida Palm Beachê, bangeke mezin bike.
Donald Trump, di axaftina xwe de bal kişand ser encamên hilbijartina 2024an û got,
“Em ê Senatoyê û Meclisa Nûneran car din bi dest bixin. Em ê di encamê de di 2024an de Koşka Spî ya bêhempa car din bi dest bixin.”
Her wiha ji aliyê çapemeniya Amerîkayê ve jî hat ragihandin ku Trump di mitînga xwe ya li Ohioyê ragihandiye ku ew namzediya ji bo Serokatiya Amerîkayê difikire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin