PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li Yemenê her dû terefên şer lihev kirin ku ji 2 yê nîsanê de, siet di 19.00 û bi şûnde wê agirbesê ji bo 2 mehan bimeşînin. Ragihandin ji aliyê nûnerê NY yê li Yemenê Hans Grundberg de hat kirin û got ku hukumeta Yemenê û Hûsî lihev kirine da şer ji hewa, derya û bejayiyê de bidin rawestandin.
Her dû teref li hev kirine ku îznê bidin keştiyên ardûyan da bikevin lîmana Hudeyde û ji balafirxana Sanayê balafir seferên bazirganî yên ji berê de hatine plankirin, sefer bikin. Teref lihev kirine ji bo ku li bajarê Taîzê û bajarên din rê vebin da her dû teref di bin serpereşitya NY de bicivin û piştî 2 mehan her dû teref dikarin agirbesê dirêj bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin