PeyamaKurd – Li bajarê bakûrê Kurdistanê li bajarê Ezirganê (Erzincan) li navça İliçê bi sedema di seha madena zêr de hez çêbû û heya niha 10 karker di bin axê de mane û lêgerîn û rizgarkirina wan karkeran dewam dike, balyozê Kanadayê yê Ankara Kevin Hamilton daxwuyaniyekî belav kir.
Di medya Tirkiyê de hat ragihandin ku di seha madenê de dewleta Kanada an ku şîrketên Kanadayê hevparin lê balyozê Kanada yê Ankara Kevin Hamilton got ku heza axa bi siyanurê ya seha Ezirganê ti têkiliya Kanadayê pê tine û şîrket ya Kanadayê nîne. Hamilton got:
“Seha madenê ya li bajarê Ezirganê ya ku tê de hez çêbûye û aîdê şîrketa bi navê Anagold Madencilike, di nava hevparên wan de Kanada tine. Hinek dezgeyên medyayê ragihandin ku seha ya Kanadayê ye lê rast nîne. Şîrketa xwediyê seha madenê ne Kandayiye.”
Balyozê Kanadayê yê Ankara Kevin Hamilton ragihandina xwe bi nivîskî kir û weha dewam kir:
“Maden, bi hevkariya şîrketên Amerîka û Tirkiyê dimeşe. Şîrket, esas ya bi navê Alacer Gold e û ya Amerîka ye. Alacer Gold xwediyê madena Ezirganê ye. Şîrketa Kanada ku behs dikin şîrketekî berê hatiye betalkirin û têkiliya wê bi madenê re tine.
Lê weka gelek şîrketan, di borsa Kanadayê de ya Torontoyê de şîrketa Amerîka ya SSR heye. Lê ev nayê vateya ku şîrket ya Kanada ye. SSR Mining hem di borsa NASDAQ û hem di ya Avustralya de parên wan hene.”
Balyoz, li ser bûyera Ezirganê got ku fikr û hişê wan li ser karkeran û malbatên wan e. AFAD û tîmên rizgarkirinê xebat dikin û xebata wan cesaretê dide Kanadayê.
Li ser bûyerê, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Binali Yıldırım ku ji xelkê Ezirganêye, ji bo çapemeniyê ragihand ku di bin axê de, li rexekî 9 karker û li rexê dinê yek karkerekî maye lê van jimaran tenê îhtîmale, dibe kêm an zêde bin. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di şevê de jî lêgerîna xwe bi kamerayên termal dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin