PeyamaKurd- Rayedarên artêşa Îsraîlê, piştî eşkerebûna belgeyên îstîxbaratê ragihand ku wan 15 sal berê, rojek wekî îro li reaktora nukleerî ya Suriyeyê dabû û reaktorê ji nav biribû.
Ji ber ku di derbarê operasyonên 15 sal berê de li dijî reaktora aîdê Suriyeyê belgeyên veşarî yên îstîxbaratê hatin eşkerekirin, ji aliyê rayedarên artêşa Îsraîlê ve jî daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku ew di derbarê wê operasyonê de li xwe mikûr tên.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di belgeya îstîxbaratê ya 20 sal berê de jî hewil hatiye dayîn ku projeyeke stratejîk a Suriyeyê were pêşvebirin û wiha hat gotin:
“Balafirên şer ên Îsraîlê, di 6ê Îlona 2007an de reaktora nukleerî ya li Deyrezora Suriyeyê, ji nav biribû.”
Hat diyarkirin ku êrîş piştî dan û stendinên ligel rêveberiya serokê serdemê yê Amerîkayê George W. Bush hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin